Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) EBNA-Li gorî raporên nû yên Neteweyên Yekbûyî, ji dema hilweşandina rejîma Beşar Esed ve 1,4 mîlyon Sûriyeyî vegeriyane malên xwe. Rêxistinê bang li welatên xêrxwaz kir ku piştgiriya xwe ya darayî û mirovî zêde bikin ji bo hêsankirina vegera penaberan.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de ragihand ku ji dema hilweşandina rêjîma Beşar Esed di 8ê Kanûna 2024an de, nêzîkî 400 hezar welatiyên Sûriyê ji welatên cîran vegeriyane welatê xwe, herwiha di heman heyamê de, zêdetir ji milyonek awareyên navxweyî vegeriyane deverên xwe yên resen li Sûriyê. Bi vê yekê hejmara Sûrî ya ku vegeriyane malên xwe zêdetirî 1.4 mîlyon e.
UNHCR bal kişand ser pêdiviyên bingehîn ên Sûriyan di warên xanî, debar, ewlekarî û alîkariya qanûnî de, û tekez kir ku ev piştgirî ji bo serkeftin û berdewamiya vegera wan girîng in. Her wiha bi nêzîkbûna dawiya sala xwendinê demsala havînê ji bo vegera bi dilxwazî û firsendeke ku ji dest nayê berdan weke demeke gelekî girîng hatiye destnîşankirin
Daxuyaniyê hişyariyê dide ku bêyî fînansekirina têr, dibe ku îsal vegerandina 1.5 milyon kesî ne mumkin be û di wê rewşê de, kesên vegeriyane neçar dibin ku careke din ji Sûriyê derkevin. Piştgiriya UNHCR û ajansên din ên mirovahî ji bo bidestxistina aramiyê di vê rewşê de pir girîng e.
Di vê derbarê de UNHCR ragehand ku, kêmbûna zêde ya çavkaniyên darayî jiyana bi milyonan kesan xistiye metirsiyê de. Nêzîkî 16.7 milyon kes li hundirê Sûriyê, ku ji sedî 90ê nifûsê ye, pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye, û bêtirî 7.4 milyon sûrî di hundir de mane.
Ajansê bang li welatên xêrxwaz kir ku bizavên xwe zêde bikin û bang li welatên dewlemend ên ku hîna alîkarî nedane kir ku hevkariyê bikin di dabînkirina vegera ewle û bi rûmet a penaberên Sûrî.
................................
Dawiya peyamê/
Tags
Sûrye
penaberên sûrî
Neteweyên Yekbûyî
11 April 2025 - 23:34
News ID: 1548458

Nêzîkî 400,000 Sûrî ji dema rûxandina rejîma Beşar Esed di 8ê Kanûna 2024an de ji welatên cîran vegeriyane welatê xwe.
Your Comment